Îran û Tirkiye êrîsa bombeyî ya li Pakistanê sermezar kirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê êrîşekî bombeyî çêbûbû ser baregehekî leşkerî û di encamê de 23 leşker jiyana xwe ji dest dabûn û 7 mîlîtan jî hatibûn ji navbirin. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Îranê û Pakistanê daxwuyanî dan û bûyerê şermezar kirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Kenan Nasirî bûyerê şermezar kir û sersaxiyê da malbatên leşkeran yên jiyana xwe ji dest dan.
Grûba êrîşker vê sibê bi ereba bombebarkirî êrîşê biribû ser noqta leşkerî.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî bûyerê weka terorê bi nav kir û bûyerê şermezar kir.
Ji ber Pakistan dewletekî pirneteweye û mafê çarenûsa neteweyên din çareser nebûye, gelek rêxistinên neteweyên din ava bûne û doza mafê netewa xwe diparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin