Li ser sînorê Îran-Pakistanê êrîsa çekdarî pêk hat: 9 kustî

27 January 2024 22:41 0 dîtin
Li ser sînorê Îran-Pakistanê êrîsa çekdarî pêk hat: 9 kustî

PeyamaKurd – li ser sînorê Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê li bajarê Sarawanê li taxa Sîrkanê kesên nasnamên wan nediyar êrîşî ser dukkana ku tamîra otoyê kirin û di êrîşê de 9 karkerên Pakistanî can dan. Dukkan an syolya ku behsa wê dikin weke xanîkiye.

Li ser mijarê balyozê Pakistanê yê li Îranê Muhammad Mudassir Tipu êrîşê piştrast kir û got ku êrîşker ketine atolya tamîrê ku tê de Pakistanî diman û 9 kesan kuştine. Tipu ragihand ku malbatên zilamên wan can dane, wê destekekî tam bidin balbatên wan û kesên birîndar bûne niha li nexweşxanê tedawiya wan dikin.

Pakistaniyên mirine deh salên wane ku li Îranê ne û ji eyaleta Pencabê çûne Îranê.

Ji ber êrîşê serokomarê Pakistanê Arif Alwî û serokwezîrê Pakistanê Enwerul Heq êrîşê şermezar kirin.