Li ser sînorê Îran-Pakistanê ser derket
PeyamaKurd- Li ser sînorê Pakistanê di navbera artêşa Îranê û grûbeka çekdar de şer û pevçûn derket. Di encamê de ji grûbê 4 kes û ji leşkeran 1 leşker birîndar bû. Ragihandina nûçeyê ji baregeha artêşa Qudsê hat kirin ku perçeyekî ji artêşa Îranê ye. Li gor ragihandinê do li eyaleta Sîstan û Belûcistanê li navçeya Serawanê li ser sînor şer derket.
Hat ragihandin ku 4 kuştî 3 birîndar ji grûbêne û navê grûbê nehat aşkerakirin. Ev demeke dirêje ku grûbên Belûcistanê yên ku dixwazin serxwebûna welatê xwe ragihînin bi Îranê re dikevin şer û pevçûnan.
Rêxistina bi navê “Ceyşul Edl” di bernama xwe de mafê xelkê Belûcistanê diparêze lê Îran weka her welatê serdest wan bi terorê dide nasîn. Li Îranê 6 millet hene û her millete ku daxwaza mafên xwe bike, li gor Îranê ew terorîste.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin