Li ser sînorê Tirkiye û Îranê ser derket: 2 lesker hatin kustin

01 June 2019 19:24 0 dîtin
Li ser sînorê Tirkiye û Îranê ser derket: 2 lesker hatin kustin

PeyamaKurd- Li ser sînorê bajarê Ixdirê, di navbera PKK ê û hêzên dewletê de şer derket û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Li gor ragihandina parêzgeha Ixdirê; di şer de 2 leşker hatine kuştin. Li ser xwestina hêzên piştek, dema leşker diçin ciyê bûyerê, di rê de ereba leşkeran diqelibe û 5 leşker jî birîndar dibin.

Leşkerên birîndar birin nexweşxaneyên bajarê Ixdirê. Parêzgerê bajarê Ixdirê bi sedema bûyerê sersaxî û bo birîndaran şîfa xwest. Di herêmê de operasyon dewam dikin.