Efserekî payebilind ê Polîsê Hewlêrê di êrîseke çekdarî de can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê 9ê Kanûnê, li navçeya Bineslewa ya Hewlêrê, efserekî Polîsê Hewlêrê dema xutbeya Înê hatiye gulebarankirin û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.
Rêveberiya Polîsê parêzgeha Hewlêrê ragihand, îro 09.12.2022yê nîvro li qeza Bineslewa efserekî polîs ê bi payeya Muqadem hatiye kuştin.
Di daxuyaniya Polîsê Hewlêrê de hat wiha hat gotin: “Îro piştî ku hêzên rêveberiya Polîsê parêzgeha Hewlêrê hat agahdarkirin ku bûyerekî gule berdanê li qeza Bineslewa pêk hatiye, tîmên lêkolînê demildest gihîştin cihê bûyerê û di lêkolînên destpêkê de derket holê ku efserê polîsê neft û gaz ê bi payeya Muqadem ê bi navê Eshed Reuf Hemed ê temen 48 salî hatiye gule baran kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.”
Polîsê Hewlêrê eşkere kir: “Niha termê wî gihîştiye nexwaşxaneya bijîşkê dadî û hêzên rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê û hêzên rêveberiya asayîşa Hewlêrê lêkolînên xwe berdewam dikin ji bo girtina tometbar da ku radestî dadgehê bikin.”
Li ser sedemên bûyerê û navê kujer hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin