Efserekî polîsê Kerkûkê dema wergirtina bertîlê hate desteserkirin
PeyamaKurd - Efserekî polîsê Kerkûkê di dema wergirtina bertîlê ji ajokaran de hate desteserkirin.
Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand, tîmên wan efserekî polîsên Birêveberiya Fermangeha Ewlehiya Karmendên Kerkûk - Karûbarên Navxweyî di dema wergirtina bertîlê ji welatiyekî de, li gorî madeya 307ê ya tawanan, desteser kir.
Hate diyarkirin ku wî efserî li beramberî azadkirina erebeyeke taybet a desteserkirî ku zêdegaviyek kiribû, daxwaza pere ji welatiyekî kiriye.
Desteya Destpakiyê da zanîn, piştî ku ew li ser wê mijarê hatin haydarkirin, bi hevahengiya wî welatîyî tîmên wan ew efser bi ser sûc de girtine û dema bertîlwergirtinê hatiye desteserkirin.
Herwiha hate gotin, bi biryara dadwerîyê fermana desteserkirin û vekolanê ji bo Birêveberê Fermangeha Ewlehiya Karmendên Kerkûk - Karûbarên Navxweyî jî ku pileya muqedem heye derketiye û li ser heman pirsê lêpirsîn li ser tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin