Polîsê Belçîkayê bi sedema wê êrîsa terorî bikin 7 kesan xist binçav
PeyamaKurd – Dozgeriya Belçîkayê ragihand ku li Belçîkayê wê 7 kes tevgerekî terorê bikirina û lewra wan xistine binçav. Gumanbar plankirine û li ser çend senaryoyan munaqeşe kirine da bikevin nav tevgerê lê hedefa wan hêya niha aşkera nîne. Kesên planan çêkirine Çeçenistanî û Belçîkî ne. Di axaftinên xwe de behsa avahiyên NATO yê kirine lê heya niha tiştekî berbiçav diyar nebûye.
Polîs heya niha her 7 kesan dernexistiye ber dadger lê ew endamên grûbekî terorîstî yên destekvanê DEAŞ ê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin