Polîsê Alman kesekî hewla êrîsa ser navendeke cihûyan da kust

05 September 2024 18:39 0 dîtin
Polîsê Alman kesekî hewla êrîsa ser navendeke cihûyan da kust

PeyamaKurd – Hate ragihandin, li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan li nêzîkî sînagoga sereke û navendeke cihûyan, gule li kesekî çeka lûledirêj di dest de hebû reşand û kuşt.

Polîsê Munîhê ragihand ku polîsan gule li kesekî gumanbar reşandine.

Wezîrê Navxwe yê eyaleta Bavyerayê Joachim Herrmann jî ragihandiye ku êrîşkar hatiye kuştin.

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê got ku parastina saziyên cihûyan û Îsraîlê karê sereke ye.

Piştî bûyerê Konsulê Îsraîlê Talya Lador spasiya polîsan kir û got, ev bûyer nîşan dide ku “zêdebûna antîsemîtîzmê çiqasî xeternak e.”