Polîsê Alman Îraniyê ku plana êrîsa çekên biyolojîk dikir desteser kir
PeyamaKurd – Hat ragihandina ku li Almanyayê kesekî Îranî yê temenê wî 32 salî bi tohmeta ku plana êrîşeke terorîstî dikir, ji aliyê polîsê Alman ve hat binçavkirin.
Li gorî medya Almanyayê, Polîsê Alman ragihandiye ku welatiyê Îranê yê 32 salî ku dixwest li nav Almanyayê êrîşeke terorîstî bi çekên biyolojîk pêk bîne, hatiye desteserkirin.
Dozgeriya Giştî û Polîsê Alman ragihandine, li cihê ew kes hatiye desteserkirin, madeyên kîmyayî û jehrî, peyda kirine ku dixwest di êrîşên xwe de ji madeyên “Siyanûr û Rîsîn” sûdeyê werbigire.
Herwiha navendên ewlehîya Almanyayê ragihandine ku kesekî din jî digel wî kesî hatiye binçavkirin û biryare her du kes di çend rojên bê de werin dadgehkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin