Polîsê Kerkûkê: 3 ciwanên Kurd di xwepêsandanan de sehîd bûn, 9 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di gulebarana ser xwepêşanderên Kurd ên Kerkûkê de, hejmara kesên can dane gihîştiye 3 kesan û 9 xwepêşander jî birîndar bûne.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê xwepêşandan û aloziyên li Kerkûkê de ragihand, di xwepêşandanên Kerkûkê de 3 kes şehîd bûne û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Amir Şiwanî eşkere kir: “Hejmara şehîdên xwepêşandanan bû 3 kes. Hawkar Ebdullah, pêşmergeyê bi navê Star Seîd û welatiyaê sivîl Semed Mihemed Remezan şehîd bûne.”
Hêjayî gotinê ye, piştî biryara radestkirina baregehên PDKê yên Kerkûkê û vegera hêzên Pêşmerge bo dabînkirina ewlehiya Kerkûkê, komên cud yên dijberên Kurd ên Ereb û Tirkmenan zêdetirî hefteyekê ye, rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û çûnûhatina welatiyên Kurd hatibû astengkirin.
Kurdên Kerkûkê ji bo vekirina rê nerazîbûn nîşan dan û xwepêşandan kirin û di xwepêşandanên 2yê Îlonê de, hêzên ewlehiya Kerkûkê teqe li xelkê kir ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Hêjayî gotinê ye, şeva borî piştî hewldanên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, konê çalakvanên Ereb hatiye rakirin û rêya Kerkûk-Hewlêrê hatiye vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin