Efserê polîsê Iraqî li Kerkûkê êrîsî rojnamevanên Kurd kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê du rojnamevanên kurd rastî êrîşa efserekî polîsê Iraqê hatin.
Rojnamevanê Kurd Hejar Reşîd ragihandiye, îro 20ê Çile danê sibê efserekî polîsê Iraqî ku nobedarê şîrketa nefta Bakûr ya Iraqê ye, êrîşî rojnamevanên kurd Karwan Salih (peyamnêrê televîzyona Kerkûk TV) û Ojîn Cola (peyamnêra Ajansa Anadolu) kir.
Rojnamevanê ku rastî êrîşê hatibû Karwan Salih ji BasNewsê re gotiye, ji bilî ku wî efserî êrîşî me kir, heqaret jî li me kir. Em ji bo rûmala xwepêşandanê çûbûn wir lê wî efserî êrîşî me kir.
Berpirsê şîrketa nefta Bakûr, Mihemed Tahîr jî daye zanîn ku haya wî ji wê yekê nîne û dûvçûnê li ser bûyerê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin