Sê ciwanên Kurd li Kerkûkê hatin kustin
PeyamaKurd – Li devera Şiwanî ya Kerkûkê, sê ciwanên Kurd hatin kuştin.
Li çoleke di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de sê ciwanên Kurd hatin kuştin û termên wan di wesayîtê de hatin şewitandin. Malbata wan û dezgehên ewlekariyê kuştina sê ciwanan, ji kiryarên DAIŞê dibînin.
Ew ciwanên kuştî du bira û pismamek in. Herêz û Aram Mistefa û pismanê wan Pêşewa, bi awayekî hovane hatin kuştin û şewitandin.
Bavê Herêz û Aram, Hecî Mistefa da zanîn: "Ji bilî DAIŞ'ê û komên tundrew, gûmana me nîne ku kesekî din vê yekê li me bike. Ew gelekî bi bêwîjdanî hatine kuştin. Ew ê bi me re bûye, bi tu kesekî din re nehatiye kuştin."
Devera ku tawan lê hatiye kirin, devereke vala ye di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin