Li Samê jin û mêrekî Kurd bi guleyan hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li taxeke Şam a paytexta Sûriyeyê, kal û pîrên Kurd ku hevjînên hev in li mala xwe bi guleyan hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, doh Çarşemê piştî fitarê Hisên Hesen Osmanê 75 salî û hevjîna wî Etiye Ehmed Osmana 65 salî li mala xwe ya li Şamê bi guleyan hatin kuştin.
Kurê wan Hemade Hisên ji Rûdawê re gotiye, “Dê û bavê min bi tenê li Şamê dijiyan. Ew nêzîkî 50 sal in li wir dijîn lê ez berî 11 salan vegeriyam Rojavayê Kurdistanê.”
Hemade Hisên dibêje, dê û bavê wî piştî fitarê hatine kuştin û hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser bûyerê dikin ku heta niha tiştek ji wan re negotine.
Hisên daye zanîn ku dê û bavê wî, her yek ji wan bi nêzîkî 5 guleyan ji serê xwe ve hatine kuştin û yekser li cihê bûyerê can dane.
Sedema bûyerê ji malbatê re nehatiye eşkerekirin lê kurê wan dibêje, “Kujeran zêr, pere û hinek tiştên giranbiha dizîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin