Li Efrînê 2 xortên Kurd bi guleyan hatin kustin

08 June 2019 15:36 0 dîtin
Li Efrînê 2 xortên Kurd bi guleyan hatin kustin

PeyamaKurd – Jêderê devera Efrînê ku di bin destê artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye ragihandin ku îro 2 xortên Kurdên Efrînê bi guleyan hatin kuştin.

Li gor nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniyên Efrînê, îro danê sibê demjimêr 7:30 du xortên Kurd ên ji gundê Şêx Êmo ne û li Efrînê rûniştî ne, dema ji Efrînê diçin bazara navçeya Raco, li deşta Kitix li nêzîkî Pira Mêjkê temê wan kuştî hatiye dîtin.

Hat zanîn yek ji wan Ebdilrehman Bilal Şêx Ehmed yê 38 salî û xortê din jî bi navê Henan Husên e ku herduyan jî karê kirîn û firotana sewzeyan dikirin û dema ji Efrînê derketin û diçûn bazara Raco ji bo sewzeyan bifiroşin, li deşta Kitix li nêzîkî Pireya Mêjkê, li nava darên zeytûnê hatin kuştin.

Li gor nûçeyê, ew her du xort gule li serê wan ketibûn û ti nîşaneyên ku ew her du xort rastî dizînê hatibin nînin.

Cihê ku ew xort lê hatine kuştin 700 metre ji rêbenda grûpa Ehrar El Şerqiyê ya li çarêya gundê Kemrûkê û 500 metre ji rêbenda Cehbe El Şamiyê ya li çarêya Mabeta dûr e.

Jêderê ji Efrînê got ku niha termê wan her du xortan li cem grûpên çekdar ên li Efrînê ne û ew dibêjin ku dê lêkolînê di derbarê kuştina wan de bikin.