Li Efrînê 5 xortên kurd hatin revandin

28 April 2019 21:29 0 dîtin
Li Efrînê 5 xortên kurd hatin revandin

PeyamaKurd - Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê va ne li Efrînê hejmarek xortên navçeya Mabeta revandine û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbatanên wan dikin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihandiyê grûpa Cebhe El-Şamiyê li navçeya Mabeta 5 xort revandin bi bihaneya pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye revandin û li hember berdana wan, daxwaza pereyan ji malbatên wan kirine.

Wî jêderî navê xortên revandî diyar kirin ku Elî Soran Hemo, Mihemed Elî Rehmo Şêxo, Xebat Husên Bekir, Serbest Kalo Îbrahîm û Husên Qirokê ne.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê kurdên elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve dihêne kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

Heta aniha Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên din ê navdewletî destnîşan dikin ku çekdarên opozîsyona Sûriyê mafên mirovan li Efrînê binpê dikin.