Li Efrînê di 26 rojan de 30 Kurd hatin revandin

31 May 2024 13:56 0 dîtin
Li Efrînê di 26 rojan de 30 Kurd hatin revandin

PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku çekdarên komên girêdayî Tirkiyeyê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di meha Gulanê de 30 welatiyên Kurd revandine.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, çekdarên ku Tirkiye wan kontrol dike di navbera 1 û 26ê Gulanê de ji Cindirêsê 7, Şêrewayê 2, Mabatayê 5, ji Racoyê 5, ji Şerayê 4, ji Şiyê 3 û ji navenda Efrînê jî 4 welatiyên Kurd revandine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku heta niha jî çarenûsa wan kesan ne diyar e.

Li gorî navendê, ji Adara 2018an (dema Efrîn hat dagirkirin) heta Gulana 2024an, zêdeyî 9 hezar û 300 sivîl hatine revandin.

Piraniya wan sivîlan piştî dayîna fidyeyê hatine berdan, zêdeyî 40 kes jî bi şkenceyê hatine kuştin.

Herwiha heta niha jî çarenûsa piraniya kesên hatine revandin ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên tundrew ên girêdayî wê, di 20ê Çileya 2018an de, li dijî Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest bi hêrişeke mezin kirin û bajar dagir kirin.

Piştî dagirkirina vê bajarê Rojavayê Kurdistanê, li dijî şêniyên vê deverê pêkanînên hovane, guhertina demografîk û gellek tawanên şer destpê kirin.