Li Efrînê du Kurdên din hatin revandin: Çarenivîsa wan nediyar e

11 December 2022 14:06 0 dîtin
Li Efrînê du Kurdên din hatin revandin: Çarenivîsa wan nediyar e

PeyamaKurd – Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, li Efrînê 2 welatiyên din ên Kurd revandin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çekdarên bi navê “Polîsê Azad” roja 7ê Kanûnê kesek bi navê Omer Reşîd Çîlo ji gundê Sariya yê navçeya Mabeta revandine û heta niha jî çarenivîsa wî nediyar e.

Herwiha heman rêxistinê daye xuyakirin, heman çekdaran kesekî bi navê Sayim Nûrî Oso ji gundê Çençelya yê navçeya Raco revandiye û ew birine cihekî nediyar.

Hêjayî gotinê ye, sala 218an ango ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve, tevî binpêkirinên zêde yên mafên mirovan û bûyerên kuştinan, revandina xelkê herêmê bi destê komên çekdar heta niha berdewam dike.