Li Girê Spî û Efrînê 13 Kurdên din hatin revandin
PeyamaKurd – Çekdarên bi ser Tirkiyê ve, 13 welatiyên Kurd li bajarên Efrîn û Grê Spî yên dagirkirî revandin ku hîn çarenivîsa wan nediyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriye ragihandiyeku çekdarên girêdayî Tirkiyê, berî 5 rojan, welatiyê bi navê Mihemed Nûr Qedmo yê 34 salî, ji xelkê bajarokê Bilbilê girtin.
Polîsê Leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve jî welatiyê bi navê Hejar Mihemed Kulîn ê 26 salî, ji gundê Beidîna yê ser bi nehiyeya Reco ji 27ê Mijdarê ve revandine.
Dîsa welatiyê bi navê Welat Elî Ebo yê 27 salî jî ji gundê Kaxrê yê nehiyeya Mabata hatiye revandin ku heta niha sedema wê ji malbatan re nehatiye gotin.
Navenda belgekirina binpêkariyan li Efrînê jî daye zanîn, 6 welatiyên herêma Efrînê ku jinek di nav de ye ji aliyê 3 komên çekdar ve hatine revandin.
Li navçeya Girê Spî jî 4 kes ji malbata welatiyê bi navê Merwan Erîf, li gundê Hewîce hatin revandin zarokeke temenbiçûk li gel dayîka xwe di nav wan de heye.
Navenda belgekirina binpêkariyan diyar kiriye, ji destpêka sala 2021ê ve, heta niha li Efrînê 633 kes hatine revandin ku 11 zarok û 32 jin jî di nav de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin