Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 kurdên Efrînê revandin

30 May 2021 11:55 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 kurdên Efrînê revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan li hember xelkê resen ê herêmê bi destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve berdewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê herî dawî ragihand ku koma çekdar a bi navê Feyleq El-Şamê ji roja 27 Gulanê ve 2 kes bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco revandin.

Hat zanîn kesên hatine revandin navên wan Şewqî Mistefa (65 salî) û Horo Ehmed (37 salî) ne.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kiriye ku herwiha koma Polîsê Leşkerî li rêbenda bajarê Ezazê xortê bi navê Beşar Osman Osman yê ji gundê Kefir Cenê bi tometa pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye revand û ji bo zîndana bajarokê Raî veguhest.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da xuyakirin, her welatiyekî kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdaran ve tê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” lê tê kirin. Li aliyê din jî ti kesekî ereb yan tirkmen bi tometa ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê girtin.