Li Efrînê 5 Kurdên din hatin revandin
PeyamaKurd - Li navçeya Şêrewa ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 5 Kurdên sivîl ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê 5 welatiyên din ên sivîl li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.
Bajarê Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin ku ji wê demê heta niha bi hezaran binpêkirin li hember Kurdên Efrînê hatine kirin.
Herwiha ji xeynî kuştin, revandin û talana li Efrînê heta niha hatiye kiri, bi demografiya wê jî hatiye lîstîn ku ji ber bicihkirina malbatên ereb niha rêjeya Kurdan ji %97 daketiye %35an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin