Li Efrînê 6 Kurdên din hatin revandin

14 November 2019 13:14 0 dîtin
Li Efrînê 6 Kurdên din hatin revandin

PeyamaKurd - Komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, 6 hemwelatiyên Kurd ên li Efrînê revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, çekdarên gruba Feyleq El Şam 6 hemwelatî ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin û birin girtîgeha li gundê Îska.

Rewageha Sûrî diyar kir, grubên çekdar bi armanca koçberkirina hemwelatiyên Kurd ji Efrînê, welatiyan direvînin û bi darê zorê bacan li ser wan disepînin.

Ji 18ê Adara 2018an ve ku Efrîn hatiye dagirkirin, bi hezaran Kurd hatine revandin û kuştinş ku hê jî çarenivîsa beşeke mezin ji wan jî diyar nebûye.