Parêzgerê Hewlêrê derbarê koronayê de çend biryarên nû derxistin

11 May 2020 12:54 0 dîtin
Parêzgerê Hewlêrê derbarê koronayê de çend biryarên nû derxistin

PeyamaKurd - Parêzgariya Hewlêrê ragihand, ji ber ku hêj metirsiya koronayê heye, piştî biryara vekirina piraniya cih û bazaran, divê welatî xwe ji vîrusa koronayê biparêzin.

Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyekê de biryarên Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê ragihand û li gor wê ev biryar hatin derxistin:

Yekem: Hemû cihên hatine vekirin û kar dikin, divê rênimayên tenduristiyê yên xweparastina ji koronayê bi temam bigirin û her cihek pabend nebe, riyên yasayî li hemberê tên girtin.

Duyem: Hêj metrisiya vîrusa koronayê bidawî nebûye û divê welatiyên parêzgeha Hewlêrê gelekî bi hestiyarane serederiyê bikin û xwe ji cihên qerebalix dûr bigirin û lepik û maskeyan bikar bînin.

Sêyem: Yeneyên meyvexwariyê, nargîlekêşanê, cihên mesaj, holên ahengan, holên sersaxiyê, danîna konên sersaxiyê, serdana nexweşan li nexweşxaneyan qedexe ye û ew cih girtî dimînin.

Ev di demekê de ye, li Herêma Kurdistanê demek e haletên pêketina bi vîrusa korona nayên tomarkirin û tenê 15 nexweşên koronayê li parêzgeha Hewlêr mane.

Her wiha gelek asankarî di rênima û rêkarên rûbirûbûna koronayê de hatine kirin.