Parêzgerê Hewlêrê di derbarê pirsgirêka kêmaviyê de axivî
PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê di derbarê pirsgirêka kêmaviyê de axivî û diyar kir, plana bilez a ji bo pirsgirêka avê hatiye kirin, ji ber wê niha pirsgirêka ava Hewlêrê çareser bûye û rewş hatiye kontrolkirin. Di dema pêş de jî, dê projeya plana stretîjîk a ava Hewlêrê em ê bicîh bikin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daye zanîn: ‘‘Niha projeya ava Qendîl û boriya yek, du û sê bi temamî kar dikin. Mijara bîr û çêkirin û diyarkirina wan cîhên ku pêwîstiya wan pê heye, dê bîrên nû bên lêdan. Tîmên parêzgeh û şaredariya Hewlêrê û qaymeqamtî û 6 şarederiyên Hewlêr û saziyên Xêrxwaziyê jî, karên xwe berdewam dikin ji bo gehandina avê ji bo wan taxên ku pirsgirêka wan a avê heye. Ev wek plana demkî ye, plana stratejik çêkirina boriya ava çarem e û pirsgirêka ava Hewlêrê dê çareser bike, yek ji planên din jî, çêkirina cîhekî komkirina avê ya mezin e.’’
Herwiha destnîşan kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam di pêwendî de bûye ji bo pirsgirêka hişkesaliyê li Hewlêrê ziyaneke kêm hebe û pirsgirêka ava Hewlêrê jî çareser bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin