Tendirustiya Hewlêrê derbarê koronayê de welatiyan hisyar dike
PeyamaKurd – Birêvebiriya Tendirustiya Hewlêrê derbarê derbarê koronaya nifşê nû (Covid-19) de welatiyan hişyar dike û diyar dike ku di çarçoveya rênimayan de dê hemû saziyên tendirustiyê girtî bin.
Tendirustiya Hewlêrê ev daxuyanî da, “Di çarçoveya rênima û tevdîrên de li dijî koronayê wê hemû saziyên tendirustiyê girtî bin bi tenê wê nexweşxane vekirî bin.”
Li gorî daneyên fermî, piştî tomarkirina çendîn haletên din ên tûşbûnê, li Kurdistanê hejmara kesên nexweş gihîştibû 710 kesan û lewma jî ji îro û heta 6ê Hezîranê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin