Li Diyarbekirê derbarê bûyera kustina 9 welatiyan de 5 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Bismîl a Diyarbekirê derbarê bûyera kuştina 9 welatiyan de, 5 kes hatin desteserkirin û ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne girtin lêkolîn berdewam dikin.
Li gor zanyariyan, li ser bûyera li gundê Şidadê yê ser bi Bismilê de Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê 3 dozger peywirdar kirin. Herwiha lêpirsîna derbarê bûyerê de bi berfirehî berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de 5 tohmetbar hatin desteserkirin û ji bo ku 13 tometbarên din jî bêne desteserkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve xebat tên kirin.
Hat ragihandin, li ser çekên ku di bûyerê de hatibûn bikaranîn jî lêkolîn tê kirin û piştî lêkolînan wê bê zanîn ku kîjan çek ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn.
Ji aliyê din ve termên her 9 kesên ku hatibûn kuştin li Goristana Yenîkoy ya Diyarbekir û goristana Bismilê bi axê hatin spartin. Dermankirina 2 birîndaran jî li nexweşxaneyê didome.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 15ê Hezîrana 2023an de di navbera malbatên ku paşnavên wan Ateş û Alyamaç bûn de li ser zeviyan şer derket û di encama şerê çekdarî de ji malbata Alyamaç pênc kes û ji malbata Ateş jî çar kesan can dabûn. Piştî bûyerê agir girtî bû zeviyan. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin