Ajansa ewlehiya Herêma Kurdistanê di derbarê kustina tûxgeneral Muhammed Mîrze de daxwuyanî da

29 July 2023 00:55 0 dîtin
Ajansa ewlehiya Herêma Kurdistanê di derbarê kustina tûxgeneral Muhammed Mîrze de daxwuyanî da

PeyamaKurd - Ajansa ewlehiya Herêma Kurdistanê di derbarê kuştina tûxgeneral Muhammed Mîrze Yunus Sofî de daxwuyanî da û got ku zelal bûye generalê xaneşîn di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest daye. Ajans got ku di berê de bombe xistine ereba wî û piştî bombe teqiyaye, agir bi ereba wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Bûyer di 23 ê Temmûzê de li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê ku bombe xistibûn ereba tûxgeneral Muhammed Mîrze ku Mîrze endamê Konseya Ewlehiya Kurdistanê bû.

Ajans got ku di encama lêpirsîna bûyerê de belge û vîdeoyên ku ketine dest, îspat dikin ku grûbekî PKKê bombe xistiye bin ereba Sofî.