Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêswaziya Sanda Ajansa Japonî kir

30 May 2022 15:42 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêswaziya Sanda Ajansa Japonî kir

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya şanda Ajansa Japonî ya Alîkariya Navdewletî (JICA)yê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser xebatên hevaheng ên Herêma Kurdistanê û Ajansa JICAyê guftugo hatine kirin.

Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Ajansa Japonî ya JICAyê yê Iraqê û şanda ligel wî kir. Hat ragihandin ku di civînê de Rêveberê JICA yê Iraqê kurteyek li ser kar û projeyên ajansê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye ku bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn projeyên cûr bi cûr ên di warê av, avrêj, elektrîk û çandiniyê de encam dane. Hat zanîn ku Ji wan projeyan a herî girîng, alîkariya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ye ku di sererastkirina masterplana bajarê Hewlêrê de dibe ku ji bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê bibe nimûneyek.

Hat zanîn ku alîkariya çêkirina Wêstgeha Karoaw a li Dêrelûkê, pêşvebirin û gihandina avê ya li Helebceyê, nûjenkirina Mûzexaneya Silêmaniyê û çend projeyên din jî hatine nirxandin. Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya hevkarî û hevahengiya Ajansa JICAyê ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û pesnê kar û projeyên wan daye ku bi awayekî profesyonel encam didin û ew ji bo bipêşxistina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê, daxwazkarên pêşvebirina hevahengî û sûdwergirtina ji ezmûn û şarezayiya Japonyayê ne.