Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêswaziya sandeke Hollandî kir

28 April 2022 15:53 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêswaziya sandeke Hollandî kir

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya şandeke Hollandî kir. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên piştevaniya projeyên biçûk, mijarên aboriyê, pirsa koçberan û çend mijarên din hatine nirxandin.

Şanda Hollandî, bi serokatiya Wezîra Kar û Barên Bazirganiya Derve û Hevahengiya Geşepêdanan a Hollandayê Liesje Schreinemacher beşdarî kir. Hat zanîn ku di civînê de derfetên baştirkirina pergala bankayê ya li Herêma Kurdistanê, piştevaniya li kar û projeyên biçûk,  guhartinên keş hewayê û bandora wê ya li ser aboriyê û pirsa koçberan hatine nirxandin.

Di civîna ku bi pêşwaziya Serokwezîr Barzanî çêbû de Balyozê Hollandayê yê Iraqê Michel Rentenaar jî amade bû. Wezîr Liesje Schreinemacher, silavên Serokwezîrê Hollandayê gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî û da zanîn ku welatê wan ji bo pêşvebirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re amade ye. Hat ragihandin ku Schreinemacher, pêşvebirina têkiliyên pevguhertina bazirganî, veberhênan û pêşxistina sektora çandiniyê jî aniye zimên.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştevaniya Hollandayê kiriye û amaje bi karnameya çaksaziyê ya kabîneya nehem a di warên hemecurkirina aboriyê, çavkaniyên dahatê û avakirina jêrzemîneke bihêz a bi aboriya Kurdistanê kiriye.