Sandeke Amerîkî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Şandeke Amerîkî bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender îro li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Li gor hat ragihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ji bo Karûbarên Asayişa Navdewletî îro dicivin û çend pirsên taybet bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin.
Hat zanîn ku her di vê çarçoveyê de biryar e rêkeftinek di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de ji bo hevkarîkirina hêza Pêşmerge were îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin