Serokwezîrê Kurdistanê pêswaziya sanda YNK ê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda YNK ê ya di bin serpereştiya Bafil Talabanî de kir. Di pêşwazîkirina serokwezîr de cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî, endamê Polîburoya PDK ê Mehmûd Mihemmed jî amade bû.
Di civînê de her dû teref behsa girîngiya piştevaniya hukumetê, paketên reforman ya hukumetê hat kirin. Mesrûr Barzanî ragihand ku biryarên reformê yên hemû terefên di kumetê de hene û divê hemû teref weka tîmekî bixebitin da karibin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.
Di hevdîtinê de YNK jî piştgiriya xwe ji bo reformên hukumetê ragihand û got ku wê destekê bidin paketên reforman ji bo xizmeta xelkê kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin