Endamekî sanda Kurdistanê: Civîna wan bi serokwezîrê nû yê Iraqê re heya niha bas e

22 February 2020 15:42 0 dîtin
Endamekî sanda Kurdistanê: Civîna wan bi serokwezîrê nû yê Iraqê re heya niha bas e

PeyamaKurd -  Endamekî şanda danûstankar ya Herêma Kurdistanê dibêje, civîna wan bi serokwezîrê nû yê Iraqê re heya niha baş e.

Şanda Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê bi serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî re li ser pişka Kurdistanê di hikmeta nû de di civînê de ye.

Li ser naveroka civînê, endamê şandê Ziya Petros Silêwe got, em miha li ser mafên Destûrî, darayî û siyasî yên Herêma Kurdistanê danûstandin dikin.

Ziya Petros Silêwe her wiha got, heta vê kêliyê diyalog û danûstandinên me baş in û ber bi çareseriyê ve diçin.

Şandeke aliyên siyasî ya Herêma Kurdistanê bi armanca beşdarî li civînên Mihemed Tofîq Elawî bike serdana Bexdayê kiribû, û ji bo  pêkanîna kabîneya hikûmetê nû guftûgoyan dikin.