Serok Barzanî pêswaziya sanda Partiya Sosyalîst a Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Serok Barzanî li gel şanda Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) civiya.
Têkildarî hevdîtinê ji aliyê Ofîsa Serok Mesûd Barzanî ve daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ku wêneyên civînê jî tê de cih girtine, hat destnîşankirin, Serok Barzanî şanda Serokê PSKê Bayram Bozyel qebûl kiriye.
Hat diyarkirin, di civîna ku li navçeya Selahedîn (Pîrmam) a paytext Hewlêrê hat lidarxistin de behsa Herêma Kurdistanê û geşedanên li herêmê hat kirin.
Herwiha hate gotin, Serokê PSKê Bozyel rewşa partiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiyeyê aniye ziman û nirxandinên xwe anîne ziman.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û hêvî xwest ku têkoşîna gelê Kurd bi awayekî aştiyane û bê tundûtûjiyê çareser bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin