Tendirustiya Hewlêrê: Daxwaza hemwelatiyan ji bo wergirtina derziyê gelekî zêde bûye

18 August 2021 12:31 0 dîtin
Tendirustiya Hewlêrê: Daxwaza hemwelatiyan ji bo wergirtina derziyê gelekî zêde bûye

PeyamaKurd – Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir, daxwaza hemwelatiyan ji bo wergirtina derziyê gelekî zêde bûye û di heman demê de binkeyeke tendrustiyê ji bo pêdana derziya Korona bi kesên xwedî pêdawîstiyên taybet hat terxankirin.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed destnîşan kir, ji bo wan kesên xwedî pêdawîstiyên taybet li Hewlêrê binkeyeke taybet a pêdana derziyê hatiye vekirin û asankarî ji bo wan kesên xwedî pêdawîstiyên taybet dê were kirin.

Herwiha Dr. Dilovan Mihemed eşkere kir, di van demên dawî de daxwaza wergirtina pêdana Koronayê zêde bûye. Herwiha Dr. Dilovan Mihemed amaje bi wê yekê jî dike ku ligel desteya mafê mirovan kar kirine ji bo vekirina binkeyeke taybet ji bo kesên xwedî pêdawîstiyên taybet û ew jî bêbeş nebin ji wergirtina Koronayê û ew jî werin derzîkirin.