Kazimî ji Îranê daxwaza daxuyaniyeke zelal li ser êrîsa Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê ya Asayîşa Niştimanî îro Yekşemê 13ê Adarê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîr Mistefa Kazimî, civîneke awarte li ser êrîşa şeva borî ya bi ser Hewlêrê de ku Îranê berpirsiyariya xwe eşkere kiriye de pêk anî.
Piştî civînê Ofîsa Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Iraq bi rêya kanalên dîplomasiyê daxwaza daxuyaniyeke zelal ji aliyê Îranê kiriye û ew li benda helwestekê ne ji serkirdetiya siyasî ya Îranê ku vê destdirêjiyê red bike.”
Hat diyarkirin, beriya niha jî encûmena wan binpêkirina serweriya Iraqê û bikaranîna axa wê ji bo yekalîkirina milmilaniya navbera welat û aliyan red kiriye û tekezî li ser helwesta Iraqê kiriye ku bikaranîna axa xwe ji bo êrîşkirina ser cîranan red dike.
Encûmena Wezîran a Iraqê daye xuyakirin, lêkolînên li ser geşedanan berdewam dibin û li pey mekanîzmayên parastina asayîş û serweriya Iraqê digerin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, êrîşa moşekî ku ji nava axa Îranê, bajarê Hewlêrê kiriye armanc, destdirêjî ye ji bo ser bingeha cîrantiya baş a navbera Iraq û Îranê û ew pêwendiya dîrokî ya gelên herdu welatên cîran bi hev ve girê dide, tevî wê jî binpêkirina yasa û rêsayên navdewletî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin