Sûdan: Me daxwaza Îranê ya avakirina baregeheke deryayî red kir
PeyamaKurd - Wall Street Journalê di nûçeyeke xwe da ragihand ku Rayedarê payebilind ê Sîxuriya Sûdanê Ahmed Hesen Mihemed daye zanîn ku welatê wî daxwaza Îranê ya li peravên Deryaya Sor avakirina baregeheke deryayî red kiriye.
Mihemed gotiye: "Eger daxwaza Îranê bihata erêkirin, wê Tehran dikaribûya çavdêriya trafîka deryayî ya yek ji qerebalixtirîn rêyên keştiyên cîhanê bike."
Li gor nûçeya Wall Street Journalê Mihemed di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de wiha gotiye:
“Îranê firokeyên bêmirov ên biçek da artêşa Sûdanê da ku di şerê li dijî serhildanan de bên bikaranîn. Tehranê çekên pêşketî pêşkêşî Sûdanê kir, di nav de keştiyeke şer a ku helîkopteran hildigire û di berdêla wan de jî destûra avakirina baregeheke deryayî xwest. Îraniyan got ku ew dixwazin vê baregehê ji bo berhevkirina daneyên sîxuriyê bikar bînin. Her wiha xwestin keştiyên şer li wir bi cih bikin. Lê Xertûmê ev pêşniyaza Îranê red kir.”
Muhammed di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameyê de wiha dom kiriye:
"Ji ber ku ji bo kêmkirina qurbaniyên mirovî û rêzgirtina yasayên mirovî yên navneteweyî pêwîstiya me bi çekên wisa hebû Sûdanê ji Tehranê frokeyên bêmirov kirî.
Rojnameya Wall Street Journalê di nûçeya xwe de cih daye pisporên stratejî yên navneteweyî jî û pisporan aniye ziman ku baregeheke deryayî ya Îranê ya li Deryaya Sor dikare alîkariya Hûsiyên Yemenê bike ku li dijî keştiyên bazirganiyê bêtir êrişan pêk bîn û di heman demê de rê bide Tehranê ku destê xwe li yek ji qelebalixtirîn rêyên keştiyên bazirganiyê yên cîhanê zêde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin