Dîroka serdana Sûdanî bo Îranê hat diyarkirin

05 January 2025 19:40 0 dîtin
Dîroka serdana Sûdanî bo Îranê hat diyarkirin

PeyamaKurd - Roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bo Îranê 8ê Çile hat ragihandin.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê de wiha hat gotin: "Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî plan dike ku roja Çarşema bê 8ê Çileya 2025an bi awayekî fermî serdana Komara Îslamî ya Îranê bike."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya serdanê de Serokwezîrê Iraqê wê li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan û geşedanên herêmî de nêrînên xwe biguherîne."

Herwiha serdan "Ew ê di ronahiya tiştên ku di serdana Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan de ji bo Bexdayê di Îlona sala borî de bi dest xistibûn, pêk were."