Dadgeha Hewlêrê daxwaza pasxistina giliyên Wezîrê Nefta Iraqê kir
PeyamaKurd – Dadgeha Hewlêrê daxwaza paşxistina giliyên Wezîrê Nefta Iraqê li dijî kompaniyên navdewletî yên neft û gazê li Kurdistanê kir.
Wezîrê Nefta Iraqê li dijî kompaniyên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê gilî tomar kiriye û ji ber wê jî Dadgeha Bazirganî ya Bexdayê roja 19 Gulana îsal bang li kompaniyên DNO, Shamaran Addax, HKN, Gulf Keytone, Genel Energy û Western Zagros kir li dadgehê amade bin û berevaniyê li xwe bikin.
Herwiha Dadgeha Lêpirsînê ya Hewlêrê jî do daxwaz kir ew gilî bên paşxistin, ji ber ku hîn lêpirsîn xelas nebûye.
Wezîrê Nefta Iraqê li ser esasê biryara Dadgeha Federal a Iraqê li dijî qanûna neft û gaza Kurdistanê gilî li dijî wan kompaniyan tomar kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Encumena Dadweriya Kurdistanê jî roja 4ê vê mehê bersiva Dadgeha Federal ya Iraqê da û got, hebûna Dadgeha Federal qanûnî û Destûrî nîne loma nikare tu biryarekê li ser qanûna neft û gaza Kurdistanê bide, ji xwe qanûn û neft û gaza Kurdistanê Destûrî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin