Parêzgerê Hewlêrê peyamek li ser çawaniya parastina hemwelatiyan a ji lehiyê belav kir

21 December 2021 11:59 0 dîtin
Parêzgerê Hewlêrê peyamek li ser çawaniya parastina hemwelatiyan a ji lehiyê belav kir

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser facebookê peyamek di derbarê çawaniya parastina hemwelatiyan a ji lehiyê belav kir û daxwaz kir, cîhekî bilind di mala xwe de ji bo lehiyê amade bikin.

Li gel berdewambûna egera bûyerên dubarebûna lehiyê li sînorê Hewlêrê, parêzgerê bajar bi navnîşana ‘‘Berî pêkhatina bûyerên lehiyê, çawa mirov xwe biparêze’’ nivîsand û da zanîn: ‘‘Hemwelatiyên birêz ji bo selametiya xwe û malbata xwe di dema we hest bi metirsiyên rabûna lehiyê kir, berî bûyera lehiyê wan xalane li berçav bigrin.’’

Yekem / Çavdêrî kirina zanyariyên keşnasiyê û wergirtina hejmara grub a ajansa lehiyê.

Duyem / Diyar kirina cîhekî bilind û guncaw li malê yan jî li derveyî mal ji bo xwe û malbata xwe.

Sêyem / Parastina belgename û tiştên girîng û bi nirx û parastina wan û li cîheke ku jê piştrast bin bên danîn.

Çarem / daxistina bin derî û ew cîhên ku bibin metirsî di dema lehiyê de ku ji wan deveran ve av neyê hundir.

Di dema lehiyê de tê çi bikî?

Yekem / Biçin wî cîhê bilind û guncaw ku li mala te de heye yan jî li derveyî mala te be û malbata xwe jî divê amade kiribe û bê paşde mayîn

Duyem / Qutkirina elektrîkê û xetên gaza nav malê.

Sêyem / Şofêriyê nekin

Çarem / Dûrketina ji rêyên avê kend û çeman.