Pûtîn ji ber çend haletên koronayê di karantîneyê de ye

14 September 2021 16:04 0 dîtin
Pûtîn ji ber çend haletên koronayê di karantîneyê de ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn, bi sedema ku çend kesên derdora wî bi vîrusa korona ketine ketiye karantîneyê.

Koşka Kremlîn a Rûsyayê ragihand ku Pûtîn di pêwendiya telefonî ya ligel Serokê Tacikistanê Îmamalî Rahman de jê re gotiye, ji ber li derdora wî haletên covid-19 hatine tespîtkirin ew dê heta demekê di karantînayê de bimîne.

Medya rûsî ragihandiye ku wê Pûtîn bi awayekî online bi rêya vîdyokonferansê beşdarê civîna Şangay a Rêxistina Hevkariyê bibe.