Li parêzgeha Kerkûkê li çend navendan derziya Koronayê nema

02 August 2021 13:30 0 dîtin
Li parêzgeha Kerkûkê li çend navendan derziya Koronayê nema

PeyamaKurd - Li çend navendên derzîkirinê yê parêzgeha Kerkûkê, derziya Koronayê nema û Berdevkê Tendirustiya Kerkûkê diyar dike, xelk dixwazin xwe derzî bikin.

Berdevkê Tendirustiya Kerkûkê  Saman Yabe îro daye zanîn, wan li hemû navçeyên Kerkûkê û navenda parêzgehê 57 navendên xwe derzîkirinê destnîşan kirine ji bo hemwelatî biçin xwe derzî bikin.

Herwiha Saman Yabe destnîşan kiriye, zêdetir ji hefteyekê ye gelek kes dixwazin derziya Koronayê werbigirin û li çend navendên derzikirinê derzî nemane.

Herî dawî Saman Yabe eşkere kiriye, îro dîsa derzî gihiştiye destê wan û li wan navendên derzî nemane wê dubare derzî werin şandin.

Li parêzgeha Kerkûkê hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêdetir dibin û di heyama 24 saetên dawîn de 520 kesên din bi Koronayê ketine.