Pûtîn: Di çend rojên dawî de ser gur bûye!

27 July 2023 20:44 0 dîtin
Pûtîn: Di çend rojên dawî de ser gur bûye!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li ser şer û pevçûnên li Ukraynayê got ku di çend rojên dawî de şer gur bûye.

Putin, li St. Petersburgê ji kanala dewletê ya rûsî Perviy Kanal re ragihand ku di çend rojên dawî de, şer û pevçûn zêde bûne û bi taybet jî li dorûbera Zaporijiyayê.

Pûtîn got ku di nav 24 saetên dawî de artêşa Ukraynayê gelek windahiyên personel û alavên leşkerî dane ku zêdetirî 200 leşkerên ukraynî hatine kuştin.

Herwiha Pûtîn gotiye, windahiyên artêşa Rûsyayê jî ji yên Ukraynayê deh caran kêmtir in û diyar kir ku artêşa Ukrayna li gelek eniyan negihîştiye armancên xwe û neçar maye paşve bikişe.