Di nav çend rojên dawî de 4 hezar Êzidiyên Singalê koçber bûn
PeyamaKurd – Di encama alozî û pevçûnên li Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên bi ser PKKê de, hejmara êzidiyên ku car din ji warên xwe koçber dibin rojane zêde dibe. Di nav du rojên dawî de, nêzîkî 4 hezar Êzidî ji Şingalê koçber bûne ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.
Parlamentera Şingalê û Berdevka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl, eşkere kir ku di çend rojên borî de nêzîkî 4 hezar Êzidî ji Şingalê koçber bûne û pêdiviya wan bi alîkariyên lezgîn heye.
Viyan Dexîl da xuyakirin, “Di çarçoveya plana sepandina yasayê de ku ji aliyê artêşa Iraqê ve li navçeya Şingalê hatiye bicihanîn, şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û endamên hêzên YBŞê yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de derketin û hêzên YBŞê rêyên gund û bajarokên navçeya Şingalê li ber welatiyên sivîl girtin.”
Dexîl diyar kir, “Ev jî bû sedema ku zêdetirî 4 hezar welatiyên Êzîdî ku di nav wan de jin, zarok û kal û pîr hene ber bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve koçber bibin.
Ev sivîlên ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê direvin, pêwîstiya wan bi alîkariya bilez û piştgiriya mirovî heye.”
Parlamentera PDKê da zanîn: “65 hezar malbatên Şingalî li Herêma Kurdistanê dijîn, ji wan nêzî 27 hezar malbat di kampan de dijîn û 37 hezar û 500 malbat li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin û di nava du salên borî de tenê nêzî 9 hezar malbat vegeriyane Şingalê.”
Di dawiyê de jî Viyan Dexîl got: “Em hişyariyê didin ku her têkçûneke nû ya ewlehiyê, tê wateya hejmareke mezin ji xelkê Şingalê ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bibin. Eger endamên PKKê di zûtirîn demê de ji Şingalê neyên derxistin, divê rayedarên ewlehiyê yên pêwendîdar xwe ji bo hemû senaryoyan amade bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin