Îranê di 10 rojên dawî de nêzî 18 hezar koçberên Afganî dersînor kirin
PeyamaKurd –Îranê ragihand, wê nêzîkî 18 hezar koçberên neqanûnî yên Afganî bo welatên wan dersînor kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Mêhr a nîvfermî ya Îranê, Serokê Polîsê Parêzgeha Xorasana Rezewî Mecîd Şoca ragihand, di 10 salên dawî de 17 hezar û 926 koçberên neqanûnî yên Afganistanê ku ji aliyê hêzên sînorparêz û tîmên polîs ve li navçeyên cuda cuda yên wî welatî hatine dîtin, hatine dersînorkirin. rojan.
Rayedarê Îranî diyar kir, Afganî ji Deriyê Sînor ê Dogarûnê hatin vegerandin.
Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand, hejmara koçberên Afganistanê li wî welatî zêdetirî 5 milyonî ye.
Vahidî diyar kir, di destê wan de tu raporek tune ye ku koçberên Afganî ji bo welat pirsgirêka ewlehiyê çêdikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin