Nêzîkî hezar sînemavanên Fransî pistevaniya xwe ji bo xwepêsandanên Îranê nîsan dan
PeyamaKurd – Nêzîkî hezar sînemavanên Fransî bi gotarekê piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê nîşan dan û diyar kirin: “Têkoşîna Jin, Jiyan û Azadî, têkoşîna me ye jî.”
Li gor zanyariyan, nêzîkî hezar kesayetiyên ji hunera heftemîn a li Fransayê, di nav wan de stêrk Clea Seydoux, Isabelle Huppert û Danny Bon, derhênerên navdar û serokê Festîvala Fîlman a Cannes Thierry Fremaux hene, bi gotarekê bang li piştgiriya “serhildana jinan li Îranê” kirin.
Herwiha ev gotar ji aliyê hejmarek ji xelatgirên “Palmiyeya Zêrîn” li Festîvala Fîlman a Cannesê, wek Julia Docorno û Jacques Audiard û “Şêrê Zêrîn” li Festîvala Fîlman a Venesia wekî Audrey Diwan û gelek lîstikvanan hatiye îmzekirin.
Gotar bi navnîşana “Jin, Jiyan, Azadî” ku slogana xwepêşandanên li Îranê ye hat belavkirin û tê de hat gotin, fîlmçêkerên ku gotar îmze kirine dixwazin bi hev re piştgiriya xwe ji bo jinên Îranî yên ku îro ji bo azadiya xwe di bin xetereyê de têdikoşin, ragihînin.
Herwiha beşdarên gotarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotin: “Em bang li hemû kesên ku bi eşkere kuştina Mehsa (Jîna) Emînî û zext û tepeserkirina hovane ya ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve tên kirin şermezar dikin û em bi dengekî bilind û bihêz hevgirtina xwe bi gelê Îranê re radigihînin. Têkoşîna Jin, Jiyan û Azadî, têkoşîna me ye jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin