Nifûsa Herema Kurdistanê nêzîkî 6 milyon û 600 hezar kes e

07 December 2023 16:27 0 dîtin
Nifûsa Herema Kurdistanê nêzîkî 6 milyon û 600 hezar kes e

PeyamaKurd - Wezareta plandanînê ya Iraqê nifûsa Iraq û Herema Kurdistanê ragihand.

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê 6 milyon û 556 hezar û 752 kes dijîn.

Li gorî amarên Wezareta Plandanînê ya Îraqê, nifûsa Îraq û Herêma Kurdistanê bi ser 43 milyonan ketiye.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehre Hîndawî ji Tora Medyayê re ragihand ku nifûsa Îraq û Herêma Kurdistanê gihiştiye 43 milyon û 324 hezaran.

Ebdulzehre Hîndawî daxuyand ku ji sedî 50,5ê nifûsê mêr û ji sedî 49,5ê nifûsê jî jin in.

Herwiha rêjeya zêdebûna nifûsê jî ji sedî 2,5 e.

Berdevkê Wezareta Plandanînê diyar kir, “Ev amar ne amarên fermî ne, tenê li gorî texmînan in.”

Nifûsa Herema Kurdistanê jî hat ragihandin

Li aliyê din, Gohdar Mihemed Eliyê ku rayedarekî Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê ye destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê 6 milyon û 556 hezar û 752 kes dijîn.

Li gorî agahiyên ku Gohdar Mihemed Eli bi Rûdawê re parve kirine, ji sedî 50,3 yê nifûsa Herêma Kurdistanê mêr û ji sedî 49,7ê nifûsa wê jî jin in.

Rêjeya zêdebûna nifûsa Herêma Kurdistanê jî ji sedî 2 ye.

Li gorî amarên nifûsê yên sala 1987an, wê demê li axa niha ya Herêma Kurdistanê 2 milyon û 15 hezar û 466 kes dijiyan.

Li gorî texmînên Lijneya Amaran a Herêma Kurdistanê, nifûsa Herêma Kurdistanê dê sala 2030î bigihe 7 milyon û nîvan û dê sala 2040î jî bigihe 8 milyon û 800 hezarî.