Nifûsa dawî ya Herêma Kurdistanê hat eskere kirin: 6 milyon kesan derbas kiriye
PeyamaKurd - Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rapora xwe ya dawî ya derbarê hejmara rûniştvanên herêma Kurdistanê de ragihand. Li gorî raporê hejmara rûniştvanên herêma Kurdistanê 6 milyon kesan derbas kiriye.
Wezareta Plandanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca eşkere kirina pêşbîniyan, dabînkirina pêwîstiyên hejmara rûniştvanan, diyarkirina amarên niştecihbûn, pêşketina rûniştvanan, dahat, mirin û ji dayîkbûnê raporek amade kir.
Di rapora ku îro 22yê Hezîranê Desteya Amaran a Wezareta Plandanînê ragihand de, hat eşkere kirin ku hejmara niştecihên herêma Kurdistanê di sala 2012ê de 4 milyon û 622 hezar kes bûye û niha jî 6 milyon û 200 hezar kes e û pêşbînî tê kirin di sala 2030ê de bigihe 7 milyon û nîv kesan û heta sala 2040ê jî bigihe nêzîkî 9 milyon kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin