COVID-19 | Amarên dawî yên Herêma Kurdistanê hatin eskerekirin: Yek wefat heye

03 January 2021 17:46 0 dîtin
COVID-19 | Amarên dawî yên Herêma Kurdistanê hatin eskerekirin: Yek wefat heye

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de li herêma Kurdistanê 97 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî pê miriye.

Di daxuyaniya îro 3yê Çile ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê de, hat ragihandin ku di nav 24 demjimêrên borî de 97 kesên din bi vîrusa korona ketine û kesek jî ji wê nexweşiyê can daye. Hat diyarkirin ku kesê wefat kiriye li Hewlêrê bûye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 103 hezar 662 kesan û heta niha 3 hezar û 391 kesan jî ji ber vîrusa koronayê can daye.

Herwiha li herêma Kurdistanê heta niha 73 hezar û 153 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.