Amarên dawî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê: 22 mirin, 576 pêketiyên nû
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 22 kesên din ji nexweşiya koronayê can dane û 576 kesên din jî pê ketine.
Di daxuyaniya wezareta tenduristiyê de hat diyarkirin, di nav 24 demjimêrên borî de 576 kesên din bi vîrusa korona ketine ku 193 kes li Hewlêrê, 127 kes li Silêmaniyê, 200 kes li Duhokê, 11 kes li Helebçê, 37 kes li Germiyan û 8 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha di 24 demjimêrên borî de 22 kes ji ber vîrusê mirine ku ew jî 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 li Duhokê, 2 li Helebçê, 1 li Germiyan û 2 kes jî li Raperînê bûn.
Bi van hejmarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 91 hezar û 480 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 913 kes û heta niha 56 hezar û 318 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin