Amarên dawî yên Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser di 24 saetên borî de, 91 kesên din bi vîrûsa korona ketin û 3 kes jî pê mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya îro 19ê Gulanê de eşkere kir, 3 kesan ji koronayê can daye ku kesek li Hesekê, kesek li Minbicê û kesek jî li kampa Holê ye.
Mistefa diyar kir, 91 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketine ku11 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Kobanê, 45 kes li Reqayê û 19 kes li Tebqayê ne û 2 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koranayê gihîşt 17179 kesan, ya mirian bû 705 kes û heta niha 1757 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin