Amarên dawî yên Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê: 7 wefat, 85 pêketî
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 85 kesên din bi koronayê ketin û 7 kesan jî can da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên mirine 2 jin ji Hesekê ne, jinek ji Qamişloyê ye, jinek ji Kobanê ye û 3 mêrên wefat kirine jî ji Hesekê, Dêrazorê û Şehbayê ne.
Hat eşkerekirin ku di nav 24 saetên borî de 6 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 7 hezar û 533 kesan, hejmara mirinan bû 234 kes û heta niha hezar û 78 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin